26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Frakesyona PDK: Serokê parlementoyê bêalîbûna xwe jidest daye û guvaşa wî binpkirina yasayê ye

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Frakesyona PDK radigehîne ku Serokê Parlementoya Kurdistanê bêalîbûna xwe ji dest xistiye, herwiha diyar dike ku ew neçarin wek serokê parlementoyê danûstandê lige nekin.

Serokê frakesyona PDK Omêd Xoşnaw ji KDP.info re ragehand ku, frakesyona YNK û Tevgera Goranê herwiha serokê Parlementoya Kurdistanê guvaşên xwe li ser komîteya yasayî zêde dikin, derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûrê de.

Omêd Xoşnaw tekez dike jî ku, ew wek PDK ji mêj ve behsa wê yekê kirine ku divê pirsên niştimanî bi rêya lihevkirina aliyên siyasî werin pesendkirin û got: “Frakesyonên YNK û Goranê û serokê parlementoyê jî berovajî peyrewa navxweyî ya Parlementoya Kurdistanê kar dikin û dixwazin wan proje yasayan derbas bikin.”

Ev daxuyaniya serokê frakesyona PDK piştî wê yekê hat ku, Serokê Parlementoya Kurdistanê, komîteya yasayî vexwende civînekê sibe Çareşemê, bo ku pirsên Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûra Kurdistanê gotûbêj bikin.

Nûçeyên têkildar