26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Lawên Cîhanê” daxwaza rawestandina şer ji Tirkiyê û PKK dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Rîxistina Lawan a Cîhanî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe ji aloziya di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK de tîne ziman, daxwaz ji her du aliya jî dike ku vegerin proseya aştiyê.

Cîgirê Serokê Rêxistina Lawan a Cîhanî, Felah Hisên di daxuyaniyekê de ragehand ku, êdî serdema şer derbas bûye, êdî hemû pirs bi danûstandin û gotûbêjan tên çareserkirin.

Hesen dilgiraniya rêxistina xwe ji topbaran kirin û bombebaran kirina sînorên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve anî ziman, herwiha “bifermî” daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe bo ser navçeyên Başûr ragire.

Herwiha navborî daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî kir ku, helwesteke tund bermaber wê bombebarana Tirkiyê negire da ku proseya aştiyê li wî welatî têk neçe.
 

Nûçeyên têkildar