25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Daxuyaniya PDKê li ser pêvajoya siyasî û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Kurdistan di qonaxeke hestiyar û dîrokî de ye û rewşa navxwe û derveyî Kurdistanê û şerê terorê ji aliyê hêzên navdewletî û guhertin û pêşhatên navçeyê, pêwîstiya wan bi yekdengiya niştimanî û yekrêziya xelkê Kurdistanê û hêz û aliyên siyasî heye.

Xwast û erkên neteweyî û nişimanî ji me dixwaze ku pêvajoya siyasî bo bidestanîna armanc û berjewendiyîn bilind ên Kurdistanê di çarçoveya parastina aramiya siyasî de bi berpirsane û kurdistanî kar bikin.

Derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û sîstema hikumraniyê li Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê van xalan bo cemawerê Kurdistanê û partî p aliyên siyasî diyar dike:

Yekem: Berdewamiya pêvajoya gotûbêjan bo sazan û lihevkirina niştimanî xwast û bijardeya me ya sereke ye, her wek di hevdîtin û civînan de me diyar kiriye. Bi dîtina me berjewendiya welat û vê qonaxa ku Kurdistan tê de derbas dibe, em bi pêwîst dizanin ku Serok Barzanî li ser cibicihkirina erk û desthilatên xwe bimîne heta dawiya vê xula parlamentoyê, ew jî di çarçoveya sazan û lihevkirina niştiman û di çarçoveya yasa de, ku ev pirs erk û perpirsyaretiya me hemûyan e.

Duyem: PDK pergala parlemanî bo parastina berejwendiyên xelkê Kurdistanê goncaw dîtiye û dibîne, û di vê çarçoveyê de jî amadeye bo gotûbêjkirin û wenêrînkirinê bo zagona Serokatiya Kurdistanê û tevahiya desthilatên din yên pergala desthilatdarî.

Sêyem: Derbarê hilbijartina Serokê Kurdistanê de em dixwazin ew pirsa han bi lihev kirin were çareserkirin û eger negehêştin bi çareseriyeke goncaw vê demê lazime serwerî ya gel be û tevahiya aliyan jî girêdayî bi biryar û îradeya gel bin û bi rêya dengdana raste rast ya gel ew pirsa han were çareserkirin

Xelkên Kurdistanê hêjayî hûkimraniyeke damezraweyî berpirs in ku pêdviyan wan bi cih werin û aramiya siyasî û aştewayia civakî û pêşketina aborî ji wan re were bidestxistin û bow ê yekê jî PDKê hemû karînên madî û manewî wek berê niha û di pêşerojê de wê pêşkêşî wan bike.
 

Nûçeyên têkildar