26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavkaniyek: Tirkiyê biryar daye ku şehîd û birîndarên Bakurê Kurdistanê wernegire..PYD jî PDK tohmetbar dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info- Hewlêr- Tevî ku ew dizanin Tirkiyê şer li dijî DAIŞ û PKK ragehandiye û sînorên xwe tund kirine û biryar daye ku birîndar û şehîdên Bakurê Kurdistanê wernegire, PYD, Partiya Demokrata kurdistanê (PDK) bi wê yekê tohetbar dike ku, ew nahêlin bi rêya Başûrê Kurdistanê şehîdan derbasî Bakur bikin.

Çavkaniyeke taybet ji KDP.info re ragehand ku, PYD xweş dizane ku Tirkiyê ketiye hevpeymaniya navdewletî de û rêkeftin ligel Amerîkayê îmze kiriye, sînorên bi temamî kontrol kirin û girtine, bi taybet di van çend rojên dawiyê de rê nade birîndar û şehîdên YPG ku derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin, lê PYD dixwaze arîşeyeke din peyda bike û PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi derbasnekirina termê wan şehîdan ji deriyê Sêmalka ve tohmetbar dike.

Hevdem çavkaniyê balkişande ser wê yekê ku, di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê gelek xalên sînorî hene, PYD jî dikare birîndar û şehîdên ku xelkên Bakurê Kurdistanê ne bi rêya wan xalan re derbas bike.

Çavkaniyê tekez kir jî ku, rêgirtin bi sedema girtina sînor û biryara hikûmeta Tirkiyê bû û ti peywendiya wê pirsê bi PDK re nîne, lewma em bi hemû awayekî wan nûçe û gotegotên dûr ji rastiyê red dikin.

Dawiyê çavkaniya KDP.info got: “Em di ber siyaseta Tirkiyê û PYD de ne perpirsin, beriya neha jî me ragehandiye ku, tiştê ji dest me bê tenê alîkariya her du aliyane bo gotûbêjan û jihevnêzîkbûnê.”

Nûçeyên têkildar