26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Qamişlo û Serê Kaniyê 4 teqîn pêkhatin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Qamişlo- Zincîreyek teqîn bajarê Qamişlo û Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê dihejînin, di encamê de gelek birîndar ketine.
Demijmêr 9:50 xwekujekî xwe li kolana Xelîc a taxa Kornîş a bajarê Qamişlo bi otombîlekê de teqand, di encamê de “7” kes birîndar bûn.

Li bazara pez jî, ku dikeve taxa Cimaayê, teqînek çêbû, di encam de jî “7” kes birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belavkir ku, du otombîlên bombekirî ji aliyê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve li bajarê Serê Kaniyê hatin teqandin.

Her du teqîn li navçeyeke nêzîk Til Xenzîrê çêbûne, heta neha jî zanyariyên hûr derbarê hejmara qurbaniyan de nediyarin.

Nûçeyên têkildar