26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Perlemantarên Swîdî daxwaza rîfirandumekê bo kurdên herçar parçên Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hejmareka endamên perlemanê swîdê daxwaz ji neteweyên yekgirtî kirin ku mafê çarenivîsê bo kurdan nas bike û li jêr çavdêriya UN li bakurê Kurdistanê rîfirandumek li ser daxwaza otonomiya kurdan bihête sazkirin.


Rojnamevan Evîn Ozdemîr di daxuyaniyekî da bo Evro diyarkir ku bi destpêşxeriya pênc perlemantarên parta kesk li perlemanê swîdê hate daxwazkirin ku hikûmet û perlemanê swîdê pştevaniyê li mafên neteweyî û dîmokiratîk yên gelê kurd bikin û got: " di axivtina xwe da anîka lîlestmes endama perlamanê swîdê ji parta kesikan diyar kirî ye ku ew dê daxwazeka fermî pêşkêşê neteweyên yekgirtî,  civata nîvdewletî w yekîtiya Ewropa bikin da ku mafê çarenivîsê gelê kurd li Turkiya,  Îraq,  Sûriyê û Îranê nas bikin,  ji ber ku mafê gelê kurde li dûv daxwazyên xwe welatekî azad û yekgirtî û serbixwe ava bike."


Endama perlemanê Swîdê herwesa diyar jî kir ku bo bakurê Kurdistanê û rojihelatê Kurdistanê em daxwaza herêmên otonomî dikin û bo herêma başurê Kurdistanê w rojavayê Kurdistanê jî daxwaza avakirina dewleteka serbixwe dikin û got: " ji ber ku li duv qanûn nîvdewletî û neteweyên yekgirtî ew mafê kurdaye ku li ser axa xwe bi rîfirandumeka li jêr çavdêriya neteweyên yekgirtî û uropa mafê xwe yên çarenivîsê diyar bikin û pêdivî ye em wek dewleta Swîdê jî piştevaniyeka bi hêz bidine daxwazên gelê kurd".


Di rûniştina parlemanê da herwesa parta kesk wek partî jî pêşiniyaz kir ku parlemanê swîdê vekolînekî li ser rewşa kurdan li îran,  Sûriyê û Turkiya encam bidet û daxwazên gelê kurd berçav werbigirît û bi rengekî bihêz piştevaniyê ji daxwazên dîmokiratîk yên kurdan bikin çunku bi salane kurd ji aliyê dewletên desthelatdar li ser axa wan tûşî zurdarî û tepeseriyê dbin û ji ber wê yekê divêt Swîd û hemû welatên dî yên uropa piştevaniyê ji kurdan bikin da ku li sedsala 21 kurd jî bişên wek hemû neteweyên dî li cîhanê bgehne mafên xwe û li ser axa xwe bi rengekî azad bijîn

Nûçeyên têkildar