26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Balafiran 14 caran li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymanan îro 14 caran êrişî çekdarên DAIŞê li navçeya Şingalê li Başûrê Kurrdistanê kirin.


Fermandeyê Lîwaya 8 a Hêza Pêşmerge li navçeya Şingalê, Haşim Sîteyî di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymanan îro êvarî di saet 18:12an de, 14 caran êrişî çekdarên DAIŞê li navenda bajarê Şingalê û li cihê Saylo ya vî bajarî kirin.”

Haşim Sîteyî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Ew cihên ku balafirên şer ên hevpeymanan êvariya îro bombebaran kirin, cebilxaneyên çek û teqemenî yên çekdarên DAIŞê bûn û di encama van êrişan de çend embar û cebilxaneyên çek û teqmenî yên DAIŞê hatin teqandin.”

Sîteyî derbarê kuştiyên DAIŞê û zirarên wê rêxistinê de jî got: “Di bombebaranan de zirareke mezin gihîştiye wan û gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin, lê em hêj hejmara temam a kuştiyên wan nizanin.”
 

Nûçeyên têkildar