26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Karter: Ez îtraf dikim ku Pêşmerge hêzeke nimûneyî ye

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dibêje, Pêşmerge hêzeke nimûneyî ye û ewê berdewam alîkarî û hevkariya wan bikin heta bi ser terorîstan de bi ser bikevin.

Ashton Karter Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê piştî ku roja Îna borî serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serok Barzanî civiya, medyayên Amerîkayê behsa wê serdanê dikin û dibêjin Karter silav li Pêşmerge kiriye û spasî û rêza xwe bo serkeftinên wan li dijî terorîstên DAIŞê bi dest anîn.

Malpera Fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê belv kir ku Ashton Karter mebesta serdana xwe ragihand ku bo berfirehtirkirina alîkarî û hevkariyên Amerîka û hevpeymaniya bo Hêzên Pêşmerge da ku berdewam bi ser DAIŞê de serbikevin.

Kareter wiha got: “Ez îtîraf dikim ku Pêşmerge hêzekî nimûneyî ye û karîn bi ser DAIŞê de serbikevin.”

Herwiha ragihand ku ew alîkariya Pêşmerge dikin ku dostekî wan ê hevbeş e.
 

Nûçeyên têkildar