Pêşîrt e Tirkiye û PKKê daxwaza Herêma Kurdistanê qebûl bikin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş û Navxwe di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, pêwîst e Tirkiye û PKKê daxwaza Herêma Kurdistanê qebûl bikin, ku Herêma Kurdistanê amadehiya xwe bo alîkariya vegera aştî û agirbestê nîşan dabû.
Nazim Herkî, Cîgirê Serokê Komîteya Asayiş û Navxwe di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Kuştinî leşkerêm tirk û bordûmana baregehên PKKê herdu ne karekî dirust in û tundî ti pirsgirêkekê çareser nake û herwiha ziyanê digihîe pêvajoya aştiyê û agirbestê ku Tirkiyê dest pê kiriye, lewma baştirîn çareser bow ê pirsgirêkê ew e ku hewla serxistina pêvajoya aştiyê bidin.”
Herkî wiha got: “Tişta ku hat kirin lêdanek bû li pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ji ber ku tundî ti encamên wê yên baş nabin, lewma pêwîst e herdu alî vegerin bo pêvajoyê û bihêlin ser bigire.”
Nazim Herkî wiha domand: “Pêwîst e herdu alî bi erkê xwe rabin, da ku pirsgirêk mezintir nebe, bi taybetî jî Herêma Kurdistanê navbeyniyê bike û ew pirsgirêk çareser bibe, herwiha pêwîst e Tirkiye û PKKê daxwaza Herêma Kurdistanê qebûl bikin, ku Herêma Kurdistanê amadehiya xwe bo alîkariya vegera aştî û agirbestê nîşan dabû.”




