Talebanî: Daxuyaniya Yasîn Mecîd bangeşeya şere li dijî Barzanî

Celal Talebanî dilgiranî û toreyîya xwe li hember bêjedana Yasîn Mecîd parlementerê Hevpeymanîya Niştîmanî nîşan dide û bêjedanên wî bi lader û berovajîyê giyanê yekbûn û niştîmanîyê wesif dike.Herwisa Telabanî daxwaz dike, ku Hevpeymanîya Niştîmanî wisa ji ednamên xwe bike da ku rêz li rêkarên guftûgoyên niştîmanî bigirin.
Nivîsîngeha serokatîya komara Iraqê îro duşembîyê di rohnkirinekê de ragihandiye, ku Celal Talebanî serok komarê Iraqê li hember bêjedanên Yasîn Mecîd parlementerê Hevpeymanîya Niştîmanî û endamê lîsta Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê, ku dij bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê axavtibû, dilgiranîya xwe nîşan daye û daxwaz ji lîsta Şîeyan, Hevpeymanîya Niştîmanî jî kiriye, ku pêşîya endamên xwe bigire da ku rêz li rêkarên diyaloga niştîmanî bigirin.
Di evê rohnkirinê de weha hatiye, ku di rewşeke wiha de ku serok komar kar bo asayîbûn û çarekirina rewşa qeyranîya qada siyasîya Iraqê dike, rêk di evê demê de Yasîn Mecîd bi bêjedanên sivik û tirsnakên xwe yên dij bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derdikeve ku bêhna bangkirin bo şerr jê dihêt.
Ji aliyeke dî de Ferhad Etirûşî endamê hevpeymaniya Kurdistanî di Kungireyekê rojnamevanî da li perlemanê Îraqê ragehand (em li gel Yasîn Mecîd î ne ku serokê herêma Kurdistanê metirsiyeka mezin û rast û duriste, belê li ser wan kesan yên divêt dikitaturiyetan peydabken û sîstemê takirewiyê li îraqa nû bisepînin.
Etiruşî ragehand (bo çi serok Barzanî metirsî ne bû li ser êmnahiya neteweya Îraqê demê hikûmeta Nurî malikî hatî ye damezirandin û demê wana berdewam qesta hewlêra paytext dikirin, yasîn Mecîd li kîrê bû, demê sê lîwayên pêşimergey parastin û berevanî ji Bexda û dezgehên hikûmeta Îraqê dikirin).




