Frakesyona PDK: Her karekî tundûtîjiyê şermezar dikin
__2015_07_26_h16m48s37__LB.jpg)
KDP.info-Amêdî- Amîne Zikrî bi navê frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê her karekî tundûtîjiyê şermezar kir, dema ku di çarçoveya şandeyekê de çûbû navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn bombebaran kirin.
Bi mebesta agehdar bûn ji rewşa navçeya ku ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatibû bombebaran kirin, êvara duh Şemiyê şandeyek ji Parlementoya Kurdistanê serdana bajarokê Amêdiyê kirin.
Şandeyê dilgiraniya xwe ji bombebaran kirina wan navçeyan anî ziman, herwiha tekez li ser hemahengiya ligel aliyên peywendîdar ên wan navçeyan kirin, ji bo parastina aramiya navçeyê û qerebûkirina kesên ku ziyan gehiştine mal û milkên wan.
Herwiha şandeya Parlementoya Kurdistanê daxwaz ji Tirkiyê kir ku bombebaran kirina sînorê Herêma Kurdisatanê ragire.
Ji aliyê xwe ve parlementera PDK Amîne Zikrî da zanîn ku, wan serdana birîndarên ku ji encama bombebaranê ketine, kirin.
Herwiha Zikrî ew operasyon şermezar kir û got ku, çareserkirina arîşeyan bi rêya gotûbêjan baştirîn rê ye.




