Çavdêrekî siyasî: Ger Tirkiyê û PKK guhdarî Serok Barzanî bikin, dê arîşeyên navbera wan çareser bibin
__2015_07_26_h16m47s7__LB.jpg)
KDP.info-Hewlêr- Çavêdrekî siyasî dibêje ku, eger Tirkiyê û PKK guhdarî Serokê Herêma Kurdistanê bikin, dê karibin arîşeyên di navbera xwe de çareser bikin.
Dr. Salih Omer, ku mamostayê zanîngehê û çavdêrê siyasî ye, ji KDP.info re ragehan ku, êrîşa vê dawiyê ya Tirkiyê bo ser baregerhên PKK ziyaneke mezin gehande hewldanên çareserkirina doza Kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane, herwiha ew hewldan başve birin.
Omer da zanîn ku, di heyama 30 salî ji şerê navbera Tirkiyê û PKK de, tenê ziyan geheşte wî welatî, lewma rêyên aştiyan baştirîn rê bo çareseriya dozê ne.
Navborî amaje bi, amadebûna Herêma Kurdistanê bo navbênkariya PKK û Tirkiyê kir.
Herwiha maje bi gotina Serok Barzaî kir dema ku duh gotibû: “Gotûbêjên bi salan ji yek demjimêra şer baştir e.” û wî çavdêrê siyasî got: “Ev yek nîşana wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê bi hemûp awayan bawriya wî bi çareseriya aştiyane heye.”




