Fraksiyona PDKê bo Tirkiye PKKê: Vegerin bo gotûbêjên aştiyane

Hewlêr-KDP.info- Piştî operasyonên Tirkiyê li dijî baregehên PKKê li Başûrê Kurdistanê, Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de daxwaz ji Tirkiye û PKKê kir ku vegerin bo gotûbêjên aştiyane ji ber ku bi tenê ew rê dikare wî welatî ji aramiyê nêzîk bike.
Fraksiyona PDKê di daxuyaniyekê de ragihand: “Mixabin careke din bijardeya şer di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de wek tekane bijarde bo çareserkirina pirsgirêkan hat bikaranîn. Ew ji di demekê de ye ku ezmûna bi dehan sal ji şerê navbera herdu aliyan, jibilî kûrkirina pirsgirêkan ti encamekî erênî din bi dest nehat.”
Li gorî wê daxuyaniyê, “Em wek Fraksiyona PDKê di wê baweriyê de ne ku berjewendiya herdu aliyan di wê yekê de ye ku vegerin bo gotûbêjên aştiyane û bi wê riyê hewla çareserkirina pirsgirêkan bidin û bi tenê ew rê jî dikare Tirkiyê nêzîkî kenarê aramiyê bike, ji ber ku pêşvebirina pêvajoya aştiyê di demên borî de karî aramiyê li nava axa Tirkiyê belav bike, herwiha bo gelê kurd jî karî tevlî siyaset û rêvebirinê bike.”
Fraksiyona PDKê wiha got: “Em di dema ku daxwaz dikin herdu alî dest ji bijardeya şer berdin, herwiha dilgiran in ku rewş gihîştiye vê qonaxa metirsîdar û bi rêya bombebaranê jî ziyan gihîştine welatiyên sivîl, lewma em daxwaz dikin ku herdu alî hewlên xwe zêdetir bikin û rewşê aloztir nekin.”
Fraksiyona PDKê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Di dawiyê de, em hêvîdar in ku zûtirîn dem de asayiş û aramî bo navçeyê vegere.”




