Serok Barzanî bo Davutoglu: Gotûbêjên bi salan ji yek demjimêra şer baştir e

KDP.info- Hewlêr- Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutogu bi têya telefonê peywendî ligel Serokê Herêma Kurdistanê kir, Serok Barzanî dilgiraniya xwe ji rewşa metirsîdar a ku navçe gehiştiyê anî ziman û tekez dike ku “gotûbêjên bi salan ji yek demijmêra şer baştir e.”
Naveroka daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê:
Şeva borî artêşa Tirkiyê baregehên PKK li çend navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin, piştî wê bombebaranê, demjimêr 09:30 ji sibeha îro Şemiyê 25ê Tîrmeha 2015an, Serokwezîrên Tirkiyê birêz Ahmed Davutoglu bi rêya telefonê peywdnî bi Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re kir û bi dirêjî behsa rewşê kir û sedema gehiştina rewşê bo asta neha zelal kir.
Di beramber de, Serok Barzanî dilgiraniya xwe anî ziman ku rewş gehiştiye vê asta metirsîdar û tekez kir ku me gelek caran daxwaz kiriye ku arîşe negehine astê aloziya zêdetir, ji ber ku aştî take rêya çareseriya arîşeyan e û gotûbêjên bi salan ji yek demjimêr şer baştir e, lewma Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dike bo rewş bêhtir têkneçe û vegera bo proseya aştiy baştirîn çareserî ye.
Herwiha Serok Barzanî tekez dike ku, beriya neha hemû hewlên xwe bo sergirtina proseya aştiyê ligel hemû aliyan kirine û neha jî her tiştê ji dest bê bo nehiştina vê aloziyê dixe rojevê û hêvîdar e ku hemû alî vegerine bingehên proseya aştiyê.




