Fermandariya Hêzên Pêşmerge bi belge bersiv Salih Mûslim da..Tekesta nama wî bo Serok Barzanî

Hewlêr-KDP.info- Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva îdîayên Hevserokê PYDê Salih Mûslim da û belgeyên çek û teqemeniyên ji bo Kobanî hatine şandin nîşan da û her wiha nameya Mûslim jî parve kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekî bersiv da îdîayên Hevserokê PYDê Salih Mûslim ku digot ”YNKê pareyên çekên ji bo Kobanê daye” û diyar kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kuırdistanê ev alîkarî şandine Rojava, heta niha jî ev alîkarî berdewam dikin. Fermandariyê her wiha wêneyekê nameya Salih Mûslim ya spasiya Serokatiya Herêma Kurdistanê û lîsteya çekên ku hatine şandin jî parve kir.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Pêşmerge de ku wêneyk ji KDP.info re hate şandin ev jî tekesta wê ye: ”Hevkariya xûşk û birayên me yên Rojava û alîkariya Kobanê erkek niştimanî bû. Hê ji destpêka êrîşa terorîstan ya li ser Rojava, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî û şêweyên cûda alîkariya mirovî û lşekerî gehande Rojava.”
Di nav daxuyaniyê de lîsteya çekên ku ji bo Rojava hatine şandin jî hate weşandin.
Daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku li hember van alîkariyan Hevserokê PYDê Salih Mûslim di 15ê Cotmehê de nameyek fermî bo Serokatiya Herêma Kurdistanê şandiye û tê de jiber alîkariyan spasî kiriye.
Nameya Salih Mûslim wiha ye:
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
Spasî ji dil ve ji sekna we ya li kêleka berxwedana pîroz ya li Kobanî û tevahiya Rojavayê Kurdistanê tê meşandin.
Bi nameyê ve lîsteyek tiştên bilez pêwîstin têne nivîsîn. Wek em axivîne. Em bi hêvîne ku di kurttirîn demê de bêne temînkirin.
Salih Mûslim
15/10/2014
Eve jî listeya çek û teqemeniyan û nameya Salih Mûslim e:





