25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

irokeyên Tirkiyê 40 cih li Amêdiyê bombebaran kirine, 2 welatî jî birîndar bûn

Çavkanî: KDP.info

Amêdî- Qayimqamê bajarokê Amêdiyê ragehand ku, bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser sînorên Herêma Kurdistanê bi hênceta hebûna binke û baregehên PKK li nava axa Herêma Kurdistanê berdewam e, ji encamê jî 2 welatî birîndar bûne.

Hisên Xalid di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, ji şeva borî ve firokeyên şer ên Tirkiyê bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê, sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin, li sînorê Amdêdiyê jî 40 cih bombebaran kirine.”

Navborî amaje kir ku, heta neha ziyanên madî ji encama wê bombebaranê nehatine zanîn, lê du welatiyên Şêladizê birîndar bûne.

Xalid da zanîn ku, heta neha bombebaran berdewam e, lê ne wek şeva borî.

Navborî tekez kir ku, heta neha ti malek ji ber bombebaranê derbider nebûne, lê eger operasyon berdewam bin, dê neçar bin dev ji mal û milkên xwe berdin.
 

Nûçeyên têkildar