Şaredarê Axdenîsê: Pêwîstiya Kurdistaniyan bi Serok Barzanî heye

KDP.info- Mêrsîn- Şaredarê Axdenîsa Bakurê Kurdistanê ragehand ku, Serok Barzanî li cem xelkên Kurdistanê wek sembolekê ye, di vê qonaxa girîng de jî xwedan roleke stratejî ya girîng.
Şaredarê Axdenîsa ser bi Mêrsînê ve, Mihemed Fadil Turk ji KDP.info re ragehand ku, Serok Barzanî di warê peywendiyên navdewletî û serpereştîkirina rasterast a Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, erkên xwe yên niştimanî bicih kirine, îro jî hemû Kurdistanî bi rola Serok Barzanî geşpbînin.
Turk got jî: “Serok Barzanî rola wî ya diyar di pêşdebirina doza rewa ya Kurd de hebû, ji temenê 13 salî ve û heta neha jî berdewam e, lewma li cem xelkên Kurdistanê sembol e.”
Şaredarê Axdenîsê da zanîn jî ku “Îro Kurdistanî di qonaxeke girîng û dîrokî de dijîn, ku ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi yekrêzî û biratiyê heye, ji îro de jî û ji bo vê erka mezin, pêwîstiya Kurdistaniyan bi Serok Barzanî heye.”




