26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge xelkê Zûmar piştrast kirine û aramî dane wan

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Rêveberê nahiyeya Zûmarê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge ku li hemû sînorê Zûmarê hene, pêşiya terorîstan girtine û xelkê Zûmar piştrast kirine û aramî dane wan.

Mizahim Silêman Rêveberê Nahiyeya Zûmarê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li hemû sînorên Zûmarê li sengerên şer de ne û pir bi qehremanî rê li pêşiya terorîstan girtine, ku welatî bi temamî piştrast kirine. Heta ku Hêzên Pêşmerge di çeperên berevaniya Zûmarê de bin terorîst nikarin nêzîkî me bibin.”

Silêman wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi me re texsîrî nekiriye ku gellek alîkarî pêşkêşî me kiriye, lê me ti alîkarî ji Hikûmeta Iraqê nedîtiye, herwiha ti hewl nedaye ku dezgehên me nûjen bike.”

Rêveberê Nahiyeya Zûmarê tekez kir ku “niha Zûmar ji hemû aliyekî ve pir baş e, ku kareba û av û hemû pêdviyên xelkê hene, lê otomobîlên bajêrvaniyê ji aliyê DAIŞê hatine dizîn lewma em hewl didin wan jî peyda bikin.”

Nûçeyên têkildar