26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka serdana Bexdayê kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Piştî ku serdana Erebistana Siûdî û Îsraîl kir, îro bi serdanekê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka gihîşt Iraqê. Parlamenterekî PDKê li Bexdayê jî dibêje, tê çaverêkirin ku serana Herêma Kurdistanê jî bike.

Endamê Encumena Nûnerên Iraqê ji Fraksiyona PDKê Muhsin Sedûn ji malpera KDP.info re ragihand ku, “hatina Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Iraqê div ê qonaxê de pir girîng e, ji ber ku rewşa ewlehiyê ne baş e û hêzên asmanî yên Amerîkayê li Enbarê alîkariya hêzên Iraqê nekirine, lewma di vê serdanê de ew şer tê gotûbêjkirin.”

Muhsin Sedûn wiha got: “Hatina wezîrê Amerîka bo Iraqê xwedî bandoreke mezin e, da ku nas bike li Iraqê rewş çawa ye û ji nêzîk ve bi çavê xwe bibîne û nas bike daxwaza Iraqê çi ye. Ji ber rêkeftina setratejîk di navbera herdu aliyan de, Iraq dê daxwazên xwe pêşkêşî Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bike.”

Wî parlamenterê kurd wiha domand: “Dibe ku wezîrê Amerîka serdana Herêma Kurdistanê jî bike, ji ber ku rola Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de li cem wan pir berçav e.”

Nûçeyên têkildar