25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqînên Bexda şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqînên Bexda şermezar kir. Ev tekesta wê daxuyaniyê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şeva çarşemê 22.07.2015 terorîstan zîncîrek teqîn û karên terorîstî li bajarê Bexda encam dan ku bi mixabinî hejmarekî zêdeyê hemwelatiyan şehîd û birîndar bûn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî wê kirdara nemirovaneya terorîstan şermezar dike, heman demî de pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyan dike û beşdariya xema wan dike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwaze.

Bi mixabiniyê ve terorîst bi navê armancên dijî mirovayetiyê destên xwe ji tu tawanek naparêzîn, hêvîdarîn dezgehên emniyên Bexda bikarin rê li rûdana van kirdarên terorîstan bigrin û asayîşa hemwelatiyan biparêzin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
23.07.2015

Nûçeyên têkildar