26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Firokeyan pêgehên DAIŞê li Xazir û Naweranê wêran kirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Xazir- Berpirsê ragehandina fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî diyar kir ku, li her du eniyên Xazi û Naweranê firokeyên hevpeymanan derbeyên dijwar li çekdarên DAIŞê dan.

Dilşad Mewlûd di daxuyaniyekê de ji KDP.info re rgehand ku, demjimêr 10:30 ji sibeha îro Pêncşemê, firokeyên hevpeymanan  pêgehên terorîstên DAIŞê li gundê Bazgirkan ê ser bi eniya Xazirê ve bombebaran kirin û ziyaneke mezin gehandine wan.

Li gundê Xursebad ê ser bi eniya Naweranê ve jî, firokeyên operasyoneke dijawr li dijî pêgehên terorîstan encamdan.
 

Nûçeyên têkildar