26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Kemal: Hevpeyman zanyariyan ji Pêşmergeyan werdigrin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Kerkûk- Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kurkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kekûkî ragehand ku firokeyên hevpeymanan ji bo lêdana çeper û pêgehên rêxistina DAIŞ’ê zanyariyan ji Hêzên P3eşmerge werdigrin.

Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê yê Hêzên Pêşmerge Kerkûkî ji anajsa Anadol re ragehand ku di tevahî mîhweran de Pêşmege perwerde û rahênanê dikin û perwerde jî pir baş derbas û sûdmend dibe.

Kemal Kerkûkî derbarê şarezayîya Pêşmergeyan ya li rû bi rû bûna çekdarên DAIŞ’ê de jî peyivî û got ku êdî Hêzên Pêşmerge ji her aliyan baştir şarezaye, DAIŞ’ê baş nas dike, hemdn demî de hêzên hevpeymanan jî zanyariyan ji Pêşmerge werdigrin.

Hêjayê gotinê ye ku mîhwerê Rojavayê Kerkûkê dabeşe ser 12 hêzên sînorî ku Fermandeya Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge, Pêşmergeyên Partiya Azad a Kurdistanê, Liwaya 2 ya Hêzên Piyade yên Pêşmerge û çend hêzek din li vê mîhwerê ne.

Ev mîhwer weke metirsîdartirîn bereya şer tê naskirin, çekdarên DAIŞ’ê jî gelek caran ji vê mîhwerê ve êrîşê Kerkûkê dikin. 

Nûçeyên têkildar