Kerkûk jî dixwaze petrola xwe bi xwe bifroşe

KDP.info-Kerkûk- Endamekî komîteya petrol û xazê li encûmena parêzgeha Kerkûkê ragehand ku, xelkên parêzgehê ti sûdek ji petrola xwe wernegirtine, tevî ku ew petrol bi rêya Bexdayê tê firotin.
Fûad Hisên di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, Wezareta Petrola Iraqê di raporta xwe de amaje dike ku, ji kêlgehên di bin kontrola Herêma Kurdistanê û kompaniyaya Bakur de, rojane 300 hezar bermîl petrol tê berhemanîn û bi rêya kompaniyaya SOMO tê firotin.
Hisên da zanîn ku, heta neha ti sûdeke wê petrolê negehiştiye Kerkûkiyan û daxwaz kir ku “hevşêweyê Herêma Kurdistanê, Kerkûk bi awayekî serbixwe petrola xwe bifroşe.”
Navborî tekez kir jî ku, ti hûrgiliyek derbarê berhemanîna petrolê li Kerkûkê bo wan nayê eşkere kirin.




