Li Şingalê 9 terorîst hatin kuştin

KDP.info- Şingal- Li taxeke Şingalê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bersiva êrşeke DAIŞê dan û 9 terorîst jî kuştin.
Fermandarê siriya 3 ji fewca 2 a lîwaya 8 a Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê, Xetab Bankî ji KDP.info re ragehand ku, şeva borî terorîstên DAIŞê li taxa Nesr a Şingalê xwestin êrîşî pêgehên Pêşmergeyan bikin.
Xetab Bankî da zanîn ku, Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî bersiva êrîşa DAIŞê dan û 9 terorsî ji wan hatin kuştin.
Herwiha firokeyên hevpeymanan jî 4 caran pêgwhên terorîstan li heman taxê bombebaran kirin.
Navborî tekez kir ku, ziyanên madî û mirovî yên mezin gehiştine terorîstan “lê ji ber tarîkiyê me nikarî zanyariyên hûr bidest bixin.”




