26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Generalê amerîkî: Pêwîst e em esmanê Iraqê kontrol bikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Namzedê Serfermandariya Artêşa Amerîkayê, general Mark Milley daxwaz kir, Amerîka bi rêya satelîtê û balafiran esmanê Iraqê kontrol bike û çavdêriya esmanê wî welatî bike, bi taybetî li wan cihên ku nêzîkî çeperên şer in.

General Mark Milley di civîneke Kongeya Amerîkayê de axaftinek pêşkêş kir û di axaftina xwe de daxwaz kir, Amerîka esmanê Iraqê bixe bin kontrola xwe û çavdêriya esmanê Iraqê were kirin, bi taybetî li navçeyên nêzîkî eniyên şer, da ku diyarkirina armancan bo lêdana çekdarên DAIŞê hêsantir bibe û bandora êrişên esmanî yên li dijî wê rxistinê jî baştir be.
Mark Milley ji endamên Kongreya Amerîkayê re ragihand: “Danîna çavdêrên amerîkî li ser esmanê Iraqê ligel hêzên Iraqê, bi taybet li navçeyên nêzîkî şer bo destnîşankirin armancan û dayîna agahiyan pêwîst bo êrişên li dijî DAIŞê, dibe sedema baştirkirina bandora êrîşn esmanî yên li dijî çekdarên DAIŞê û ji ber wê jî pêwîst e ew mijar were nirxandin û lêkolîn li ser were kirin.” Milley herwiha tekez kir: “Me pêwîstî bi danîna çavdêrên esmanî li Iraqê heye.”
 

Nûçeyên têkildar