Fraksiyona PDKê kar li ser kêmkirina mûçeyên pilebilind dike

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê Kurdistanê yê PDKê Şiwan Şêx Ehmed ragihand ku, ew wek Fraksiyona PDKê ligel wê yekê ne ku mûçeyên pilebilindan li Kurdistanê kêm bikin û piştî bêhnvedana Parlamentoya Kurdistanê dê kar li ser bikin.
Şiwan Şêx Ehmed, Parlamenterê Kurdistanê yê PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Fraksiyona PDKê ligel wê yekê ne ku mûçeyên pilebilindan werin kêmkirin, bi awayekî ku ligel rewşa niha ya Kurdistanê biguncê, ji ber ku nabe mûçeyê parlamenterekî 8 caran bi qasî fermanberekî be.”
Ehmed wiha got: “Dema cemawerê xweştivî yê Kurdistanê deng da me ku em biçin parlamentoyê ne ji bo mûçe û îmtîyazatî parlamnentoyê bû, lê belê bo xizmeta welatiyan bû, lewma niha rewşa darayî û jiyana xelkê hejar ên Herêma Kurdistanê bi taybetî ya Pêşmerge di vê demê de û pêwîst e em bi hev re hevkar bin.”
Wî parlamenterî wiha domand: “Em wek Fraksiyona PDKê ligel wê yekê ne ku pêdeçûn di mûçe û îmtyazatên parlamenter û wezîran û hemû pileyên taybet ên Kurdistanê de werin kirin, bi awayekî ku ligel rewşa niha ya Herêma Kurdistanê hevseng û guncayî be. Piştî bêhnvedana Parlamentoya Kurdistanê emê kar li ser vê yekê bikin.”




