Korwatya: Dê berdewam bin li ser piştgiriya Kurdistanê
__2015_07_22_h16m27s28__LB.jpg)
KDP.info-Korwatya- Di hevdîtinekê de ligel Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Serokomara Korwatyayê ragehand ku, ew li wan astengan têdigehên ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin, herwiha tekez li ser piştgiriya welatê xwe bo Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de, kir.
Di destpêkê de Felah Mistefa spasiya Kolinda Grabar-Kitarović kir, li ser piştgiriya Korwatyayê bo Herêma Kurdistanê, piştire kurteyek li ser pêşhatên dawî yên şerê Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî DAIŞê pêşkeş kir, herwiha balkişande ser hejmara zêde ya penaber û derbiderên ku berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
Di civînê de her du aliyan tekez li ser berferehkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Korwatyayê de kirin.
Ji aliyê xwe ve, Kolinda Grabar-Kitarović ragehand ku, ew li wan astengan têdigehên ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibib, herwiha tekez li ser piştgiriya welatê xwe bo Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de, kir.




