26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya amadekirina destûrê civînên xwe berdewam dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Endameke komîteya amadekirina reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê dibêje, heftiya bê, dê komîteya navborî bicive.

Dr. Vala Ferîd di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand “Roja Yekşema bê, 26ê Tîrmehê, demjimêr 10ê sibehê dê yekem civîna piştî cejnê were lidarxistin.”

Ferîd got jî: “Kar li ser pirsa olê dikin, piştire dê li ser maf û azadiyên aborî û civakî û rewşenbîrî bikin.”

Beriya neha, endamê komîteya amadekirina reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê, Dr. Sîrwan Zehawî gotibû, komîteya wan bi gitşî 40 civîn encam daye, heta neha jî 43 made hatine pesendkirin.

Nûçeyên têkildar