26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk.. Hêzên Pêşmerge 15 DAIŞî kuştin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Li eniya Başîk di encama bersiva êrişa DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge 15 çekdarên DAIŞê kuştin û terorîst di wê êrişê de bi temamî hatin şikestin.

Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li eniya Başîkê terorîstên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.”

Seîd Memozînî wiha got: “Terorîstên DAIŞê gellek ziyan dîtin û di êrişê de hatin şikestin, ku herî kêm 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê 5 kesan ji wan ketine destê Hêzên Pêşmerge.”
 

Nûçeyên têkildar