Şingal jî dibe xwedî hêzeke taybet..10 fewc û zêdetirî 25 yekîneyan li xwe digre

Şingal-KDP.info- Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê hêzake taybet bi Şingalê tê damezrandin ku ew hêz ji bo Şingalê pir girîng e û dê berevaniyê di ber xaka Şingalê û xelkê wê de bike.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî biryar daye ku ew hêzên ku li şingalê berevaniyê dikin, bikevin ser hêzeke rêkxistî û heta niha 10 fewc û 25 yekîne ji wê hêzê hatine avakirin, ew hêz dê ya hemû xelkê Şingalê be, ji misilman û êzîdî.”
Şeşo wiha got: “Hêza Şingalê niha hejmara wê zêdetirî 6 hezar Pêşmerge ye û her fewcek ji zêdetirî 600 Pêşmerge pêk tê û yên ku heta niha navê wan hatiye nivîsandin ser bi Wezareta Pêşmerge ve dibin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ew hêz ji bo Şingalê pir girîng e û dê berevaniyê di ber xaka Şingalê û xelkê wê de bike. Hemû pêşmergeyên wê hêzê ji xelkê Şingalê ne. Her hêz û aliyek rêzê li biryarên Serokê Herêma Kurdistanê negire em nahêlin tenê deqeyekê li navçeyê bimîne û emê wî wek DAIŞ bibînin.”




