Tirkmen: Em ji civîna serokê parlementoyê ne agehdarin

KDP.infor-Hewlêr- Seroka frakesyona Pêşkeftina Tirkmenî ragehand ku, ew ji ti civîna Parlementoya Kurdistanê nehatine agehdarkirin.
Mûna Qehwecî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku “Em wek Tirkmen heta neha bo civîna serokê parlementoyê ya ligel frakesyonan nehatine agehdarkirin.”
Qehwecî da zanîn ku, eger civîn li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê be, hewelsta wan wek Tirkmen zelal e ku, divê ew pirs bi rêya lihevkirinê were pesendkirin û got: “Nabe ew pirs bi zorîne û kemîne were yekalîkirin.”




