26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Pirsa serokatiyê bi lihevkirinê yekalî dibe

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Serokê frakesyon PDK ragehand ku, ew ji ti civîneke Parlementoya  Kurdistanê di heftiya bê de nehatine agehdarkirin, tekez dike jî ku, derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de “divê lihgevkirinek derkeve holê.”


Ev çend rojin ku di medyayê de nûçeyek belav dibe ku, dê Serokê Parlemntoya Kurdistanê ligel serokê frakesyonên nava parlementoyê bicive.
Di vê derbarê de Serokê frakesyona PDK, Omêd Xoşnaw ji KDP.info re got: “Heta neha em bi awayekî fermî nehatine agehdarkirin.”
Omêd Xoşbaw got jî: “Eger civînê girêdayî pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê be, me beriya neha nêrîna xwe ragehandiye ku, divê lihevkirin hebe. Eger girêdayî pirsên din be jî, em ligel wê yekê ne li civîn were lidarxistin.”
Navborî eşkere kir ku, nêzîk dê gera duyem ya danûstandina di navbera aliyên siyasî de destpêbike.

Nûçeyên têkildar