26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzek taybet ji keçên Şingalê tê damezrandin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Şingal- Qayimqamê qeza Şingalê ragehand ku, di çarçoveya pêkanîna Fermandariya Hêzên Şingalê de, dê fewcek ji bo keçên Şingalê jî were pêkanîn.


Miyeser Hacî Salih di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, heta neha navê 123 keçan vegeriyaye û mûçe jî wergirtine.
Salih da zanîn jî ku, ew keç çaverêyî wergirtina çekan in, da ku dest  bi erkên xwe bikin.


Navborî eşkere kir ku, heta neha 300 keçên din navên xwe nivîsî ne, hejmareke zêdetir jî hene ku amade ne tevlî wê hêzê bibin.
Derbarê çawaniya wergirtina wan keçan de. Salih got: “Pêwîste wan mêr nekiribe, temenê wan jî di navbera 18-30 salî de be.”

Nûçeyên têkildar