25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafiran bi giranî li DAIŞê dan..Ziyanên wan gellek in

Çavkanî: KDP.info

Badoş-KDP.info- Berpirsê Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li kaşên Badoşê yên li hember Askê Mûsilê bi giranî cihên DAIŞê bombebaran kirin û di encamê de ziyanên mezin gehandin wan terorîstan.

Eqîd Dilşad Mewlûd, Berpirsê Ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li kaşên Badoşê yên li hember Askê Mûsilê 2 caran binke û navendên DAIŞê bombebaran kirin.”

Wî Fermandarê Pêşmerge wiha got: “Di encama wan bombebaran de balafiran ziyanên mezin ên canî û madî gehandin wan terorîstan.”
 

Nûçeyên têkildar