Serokatiya Kurdistanê: Em bi birayên xwe yên Pirsûsê re hevxem in

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna ku îro li navçeya Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û ragihand ku, tawana şehîdkirina welatiyan û pêkanîna karên hovane, nîşana şikesta terorîstan e.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Îro bûyereke terorîstî li Navenda Çandê ya Xortan li bajarokê Pirsûsa ser bi Riha (Urfa)ya Bakûrê Kurdistanê rû da û ew bûyer bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek hemwelatiyên wê navçeyê.”
Daxuyaniyê wiha got: “Em gellekî bi tundî wî karê nemirovane û hovane şermezar dikin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên vê bûyerê dixwazîn, herwiha hevxemiya xwe bo xuşk û birayên xwe yên li Bakur radigihînin.”
Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Tawana şehîdkirina welatiyan û pêkanîna karên hovane, nîşana şikesta terorîstan e, ku li dijî hemû bihayekî mirovî û olî ne. Em ji wê yekê jî piştrast in ku karên terorîstî yên bi vî awayî îradeya hemû aliyekî bihêztir dike bo jinavbirin û têkşikandina terorîstan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Serkeftin ji bo gelê Kurdistanê. Şikest û serşorî jî bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê.”




