26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fraksiyona PDKê teqîna Pirsûsê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de teqîna ku îro li bajarokê Pirsûsê çêbû, şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Fraksiyona PDKê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Mixabin, di encama teqîna terorîstî ya îro de, ku li hindurê navendeke rewşenbîrî li bajarokê Pirsûsê yê ser bi bajarê Rihayê ve, bi dehan welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn.”

Daxuyaniyê wiha domand: “Em wek Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de, derbarê wî karê nemirovane, jibilî ku bi tundî wê teqîne terorîstî şermezar dikin, hevdem pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbatên şehîdên wê bûyera hovane dikin.”

Fraksiyona PDKê wiha got: “Em ji xwedayê mezin lavekar in aamiyê bide wan malbatan û şehîdên teqînê bi bihuşta fireh şad bike, herwiha em hêvî dikin ku birîndar jî bilez baş bibin.”

Li bajarokê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê teqînek bihêz çêbû û di encamê de herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dane û 76 jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, 300 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ku dixwestin di çarçoveya piştgiriya nûavakirina Kobanî de derbasî Kobanî bibin, duh ji Stenbolê çûbûn Pirsûsê.

Wan ciwanan îro beriya ku derbasî Kobanî bibin, li navenda çanda Amara li Pirsûsê civîneke rojnamevaniyê li dar xistin lê rastî êrişa xwekujî ya DAIŞê hatin.

Nûçeyên têkildar