26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêşmerge navê Kurdistanê bilind kirin û mizigîniya paşerojeke geş didin gelê me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi heklefta hatina cejna Remezanê peyamek belav kir û pîrozbayiya cejnê li pêşmerge û gelê Kurdistanê kir.


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe ya bo pîrozbayiya cejna Remezanê de ragihand: “Bi helkefta hatina cejna Remezan a pîroz, germtirîn pîrozbayiyan bi taybetî pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê û bi giştî pêşkêşî hemû misilmanên Iraq û cîhanê dikim. Ez pîrozbahyiyên germ pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan jî dikim.”

Serok Mesûd Barzanî herwiha di peyama xwe de cejna Remezanê li pêşmerge yên Kurdistanê pîroz kir û ragihand: “Pîrozbayiyên germ pêşkêşî pêşmergeyên qehreman dikim ku di çeperên pêş ên bergiriya ji gel û welatê me de canê xwe danîne ser dest û bi wêrekî û canfîdayî dijmin têkşikandin û mezinatî û navê Kurdistanê bilind kirin û mizigîniya paşerojeke geş didin gelê me.”

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de pîrozbayî li karmendên dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê jî kir û got, “karmendên dezgehên elwehiyê ji bo parastina asayişa welat û ser û malê hevwelatiyan bi şev û roj hewl didin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha di dawiya peyama xwe de hêvî dike xweda rojî û îbadeta hemû musilmanan di meha Remezanê de qebûl bike û ceja Remezanê jî bibe sedemê bi dawî hatina nexweşî û wêrankariyê û herwiha ji bo hemû mirovatiyê bibe sedema pêkhatina aramî û aştiyê.

 

Nûçeyên têkildar