26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Cejna Remezanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwermendê Encumena Ewlekariya Kurdistanê bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û mihiriban

Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbetên serbilind yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên civata ewlekariya Kurdistanê, polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Daxwaz ji xwedê mezin dikim îbadetên meha Remezana pîroz ya tevahiya misilmanan qebûl bike û canê tevahiya wan qehremanên ku li hember terorîstên DAIŞê di sengerên berxwedanê dene biparêze û şehîdên me jî bi ceneta xwe şad bike û şefa bide birîndaran jî.

Hêvî dikim ev cejna han bibe hevîna bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera gelan û bihevre lihev kirin bo zêdetir xizmet kirina welatiyan û bidest xistina destkeftên zêdetir û gelê me û bihêztir kirina rihê biratî û hevkarî di navbera tevahiya part û aliyên Kurdistanî de û herwiha bibe sedema dawî anîna tundûtîjî, şer û nexweşiyan li deverê de.

Şêwermendê Encumena Ewlekariya Kurdistanê
Mesrûr Barzan

Nûçeyên têkildar