26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenter: Çekên ku parlamentoyê dixwaz, ji Pêşmerge re pêwîst in

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Parlamentereke Kurdistanê ragihand ku, redkirina çekan bo palamenteran di vê rewşê de ne muzayde ye, lê belê hestkirin e bi berpirsyaretiyê. Hrwiha da zanîn ku li şûna ew çek bigihên parlamenteran pêwîs e Hêzên Pêşmerge bên biçekirin.

Heyat Mecîd Perîxî, Endama Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Metirsiya ewlehî li ser asta navxwe tune ye, lê belê li ser asta sînran heye, Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi mêrxadî û berpirsane ew erk li xwe girtine û me hemû aliyan diparêze.”

Perîxî wiha got: “Eger her metirsiyek li ser asta navxwe yan kesî hebe, erkê hêzên asayiş û navxwe ye. Gerek çekên zêrevanên parlamentoyê hebin, lê niha ya girîng ew e ku Hêzên Pêşmerge yên ku di şer de ne û pêwîstiya wan bi çekan heye, ew bên biçekirin ne parlamenter.”

Heyat Mecîd Perîxî  wiha domand: “Redkirina çekan bo palamenteran di vê rewşê de ne muzayde ye, lê belê hestkirin e bi berpirsyaretiyê. Hrwiha da zanîn ku li şûna ew çek bigihên parlamenteran pêwîs e Hêzên Pêşmerge bên biçekirin.”

Nûçeyên têkildar