Wold Oil: Kurd dê bi rêya petrolê ji Iraqê bar bikin

Hewlêr-KDP.info- Rojnameyeke cîhanî dibêje, kurd bi rêya bihêzkirina pêgeha xwe ya aborî bi firotina petrolê dê ji Iraqê bar bikin.
Wold Oil dibêje, Iraq welatekî pir krîz û qeyranên siyasî û aborî e, bi taybetî ew welat e ku pênaseyekî fedralî wergirtiye û tê de herêm nasnamek federal heye û berdewam ji alien desthilatên Iraqê ve pirsgirêk jê re hatine çêkirin û tên çêkirin, lê vê carê kurdan çareseriyek ji pirsgirêka xwe re dîtine, ew jî bi rêya serxwebûna aborî û hinaredekirina petola xwe.
Li gorî wê malpera ku li ser serkeftinên Herêma Kurdistanê raporek belav kiriye û tê de hatiye ku, Herêma Kurdistanê bi firotina petrola xwe ji Iraqê bar dike.
Herwiha rojnameyê behsa pêgeha leşkerî û aborî û siyasî ya kurdan li Iraqê dike û dibêje ji van hesê aliyan ve gellek nemaye ku kurd ji Iraqê bar bikin.




