Îtalya bo alîkariya Kurdistanê amade ye..Rola Pêşmrge bilind dinirxîne

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo wezîra Îtalya rêz û hurmeta xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpa kir, ku ji destpêka şer de alîkariya Kurdistanê kiriye. Wezîra Îtalyayê jî tekez kir ku, welatê wê amade ye di hemû waran de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî, şevê din li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Roberta Pînotî Wezîra Bergiriyê ya Îtaliyayê û şandeya pê re ku, ji konsulê Îtaliyayê yê Hewlêrê, sopasalarê Îtaliyayê û hijmareke berpirsên hikûmî, diplomatkar û fermandarên leşkerî pêkhatibû kir.
Di civînekê de ku Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîra Bergiriyê ya Îtalyayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û dîdara digel Serokwezîrê Kurdistanê nîşan da û bi navê xwe û Hikûmeta Îtalyayê rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan û bergirîkirin û parastina hemû pêkhateyên cudayên herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku herêma Kurdistanê nasnameyeke mezin li ser asta cîhanê bi dest xistiye û pêşmergeyê Kurdistanê jî bergiriyê ji şaristaniyê dike.
Şandeya Hikûmeta Îtalyayê a bi serokatiya wezîra bergiriyê ya wî welatî amadeyîya welatê xwe ji bo alîkarîkirina koçber û penaberên qesta herêma Kurdistanê kiriye kir û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û hewandina wê hijmara zêdeya koçber û penaberan bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe, xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Îtalyaytê kir ku, her ji destpêka êrişên terorîstên DAIŞ bo ser Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Îtalyayê yekemîn serokwezîr bû serdanan herêma Kurdistanê kir û piştgiriya welatê xwe ji bo hevkarîkirina herêma Kurdistanê ragehand.
Nêçîrvan Barzanî behsa rola Îtalyayê û ew alîkariyên di warê însanî û leşkerî de bo pêşmergeyê Kurdistanê û koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene dik kir û li hember wan alîkariyan sipasiya hikûmet û xelkê Îtaliyayê kir.
Weke tê zanîn dema Roberta Pînotî wezîra bergiriyê ya Îtalyayê û şandeya pê re gihiştîn herêma Kurdistanê li balefirxaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Mistefa Seyd Qadir wezîrê pêşmerge û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Îtaliyayê ve hatin pêşwazî kirin.




