Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina Îranê dê pêwendiyên Kurdistan û Îranê berfirehtir bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê derbarê rêkeftina Îran û koma 5+1 ragihand ku, ew piştrast in ku ew rêketin dê bibe sedema berfirehtir û pêşkeftinên zêdetir di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Şraqê de di hemû waran de.
Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragihand: “Bi boneya rêkeftina Îran û koma 5+1 li ser doseya etomî ya Îranê em pîrozbahiyê li raber û serokmar û gelê Îranê dikin. Hêvîdar in ew rêkeftin destpêkek be bo bihêzkirina hevahengî û alîkariyan di navbera walatan û gelê cîhanê de bo aştiya cîhanî û pêşkeftina mirovatiyê de.”
Serokwezîr Barzanî wiha got: “Ev rêkeftin nîşan da ku dema dirêj di danûstandinan de baştirîn rê ye bo dirustbûna rêkeftinan di navbera welatên cîhanê de. Lewma em rêzê li karê hemû şande danûstanê û alîkariya Neteweyên Yekbûyî digirin.”
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Li vir ez dixwazim tekez li ser pêwendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Îranê de bikim û em piştrast in ku ew rêketin dê bibe sedema berfirehtir û pêşkeftinên zêdetir di pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Şraqê de di hemû waran de.”




