Serokatiya Kurdistanê: Em hêvîdar in rêkeftina 5+1 xizmeta parastina aştî û asayişa cîhanî jî bike

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê helwesta fermî ya xwe derbarê rêkeftina navbera Îranê û koma 5+1 de aşkere kir.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro belav kir, ku Peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah îro derbarê rêkeftina navbera Îranê û welatên koma 5+1 de daxuyanî da û helwesta Herêma Kurdistanê di vê bareyê de zelal kir.
Peyvdarê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê helwesta Başûrê Kurdistanê derbarê rêkeftina Îranê û koma 5+1 de ragihand, Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li vê rêkeftinê dike û hêvî dike ku ev rêkevtin ximzeta parastina aştî û asayişa cîhanê bike.
Derbarê rêkeftina etomî ya navbera welatên 5+1 û Komara Îslamiya Îranê de ku roja sêşemî 14-7-2015 li bajarê Viennayê hat ragihandin, Serokatiya Herêma Kurdistanê hêvî dike ku rêkeftina etomî ya navbera Komara Îslamiya Îranê û welatên 5+1 bibe sedemê tenahî û vejandinê li navçeyê û herwiha bibe sedemê nehîştina aloziyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha hêvîdar in ku ev rêkeftin xizmeta parastina aştî û asayişa cîhanî jî bike.




