26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêwendiya gelên kurd û Almanya, pêwendiyek dostane ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Almanyayê xwest, di paşxistina jêrxana çandinî û pîşesaziyê de alîkariyê bide Kurdistanê.

Konsulê Almanya yê Hewlêrê, Dieter Lamlê ji bo xatirxwestinê îro bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de Lamlê behsa pêwendiyên gelên kurd û Almanyayê û çalakî û projeyên şîrketên almanî li Başûrê Kurdistanê kir û ragihand, Almanya amade ye li kêleka alîkariyên leşkerî û mirovî, di warên aborî û nojdariyê de jî alîkariyê bide Kurdistanê.

Serok Barzanî jî pêwendiya gelên kurd û Almanya, pêwendiyek dostane da zanîn û spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir ku di şerê DAIŞê de alîkarî dane Pêşmerge.

Serok Barzanî daxwaza berfirehkirina pêwendiyên Kurdistan û Almanyayê kir û ji hikûmeta Almanya xwest, di pêşxistina jêrxana çandinî û pîşesaziyê ya Kurdistanê de alîkar be.

Serok Barzanî her wiha xemgîniya xwe bi helkefta mirina parlamenterê Almanya û dostê gelê kurd Philip Missfelder, ku roja 13ê vê mehê jiyana xwe ji dest dabû, nîşan da. 

Nûçeyên têkildar