Zêrevanî: Mûçeyê Pêşmerge û pêşmergeyên şehîd kêm nebûye

Hewlêr-KDP.info- Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî red dike ku mûçeyê ti pêşmergeyekî kêm bûbe û weku berê mûçeyê xwe werdigirin. Herwiha derbarê mûçeyê malbatên şehîdên Pêşmerge jî, Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku mûçeyê ti malbateke şehîdên Pêşmerge nehatiye kêmkirin, lê belê ziyad bûye.
Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî di daxuyaniyekê de red dike ku mûçeyê ti pêşmergeyekî kêm bûbe û weku berê mûçeyê xwe werdigirin. Herwiha derbarê mûçeyê malbatên şehîdên Pêşmerge jî, Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku mûçeyê ti malbateke şehîdên Pêşmerge nehatiye kêmkirin, lê belê bi belgeh mûçeyê wan hatiye ziyadkirin ne kêmkirin.




