26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hacî Osman: Pêwîstiya Pêşmerge bi çekan heye, ne ya parlamenteran

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, divê parlamenter û serok û sekreterê Parlamentoya Kurdistanê piştrast bin ku Hêzên Pêşmerge li eniyên şer wan diparêzin, lewma pêwîst nake ku daxwaza çekan bikin, ma gelo wê çibkin 111 tivingan?.

Bi îmzeya sekreterê Parlamentoya Kurdistanê peyamek bo Wezareta Pêşmerge hatiye şandin ku wezaret 111 çekên kelanşikof, 111 demançe, 13 hezar û 200 gulle, 444 mexzenên demançeyan û 3300 fîşek demançeyan bide parlamenterên Kurdistanê û wezaret jî razî bûye.

Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand: “Ew çek û pêdviyên leşkerî ku ji aliyê sekreterê parlamentoyê ve bo parlamenteran hatine daxwazkirin, em wek fraksiyona PDKê wan red dikin û dibêjin ew wernagirin. Hêzên Pêşmerge yên ku di eniya şer de ne û çekên wan kêm in, bi dilgiranî dibêjin: Bila Parlamentoya Kurdistanê di xema Hêzên Pêşmerge de be, ku sîngên xwe kirine mertal bo parastina Kurdistanê, ne di xema parlamenteran de be û bi 500 hezar dolar ji wan re çekan bikire.”

Derbarê vê yekê de, Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê parlamenter û serok û sekreterê Parlamentoya Kurdistanê piştrast bin ku Hêzên Pêşmerge li eniyên şer wan diparêzin. Baş e em wek Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê ne parêzerên parlamentoyê ne?. Ev jî di demekê de ye ku efserêm me daxwaza demançeyan ji me dikin, lê hêj tune ne em bidin wan. Pêwîst nake ku daxwaza çekan bikin, ma gelo wê çibkin 111 tivingan?.”

 

Nûçeyên têkildar