Geştên Esmanîyên Navbera Hewlêr-Şariqe Destpêdibin

Nûnera Bazirganiya hukûmeta Kurdistanê ya li Îmaratê ragihand, ku di çend rojên ayinde de dê gehêştên esmanîyên di navbera Hewlêr û Şariqeyê de destpêbikin û bo evê mebestê jî biryare di roja 14 evê mehê de şandek rayedarên Îmaratê serdana Hewlêrê bikin.
Nûnera bazirganiya hukûmeta Kurdistanê Şîlan Xaneqa, di berdewamîya axavtinên xwe de diyar kir, ku beriya niha jî bi mebesta bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îmaratê de guftûgoyên du alî hatibûn kirin û di encam de Îmaratê biryara evê yekê da,ku di rojên bihê de bo yekemîn car geştên esmanîyên xwe bo Hewlêrê bide destpêkirin.
Xebat




