Pêşmerge û balafiran bi hevre li DAIŞê dan

Naweran-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî cihên çekdarên DAIŞê li herdu eniyîn Naweran û Xazirên bombebaran kirin.
Ragihandina Fermandeyiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, balafirên şer ên hevpeymanan jî êrişî çekdarên DAIŞê kirin û cihên wan bombebaran kirin.
Di encama topbarana hêzên Pêşmerge û herwiha bombebarana balafirên şer ên hevpeymanan li dijî çekdarên DAIŞê li gundên Bedene û Zara Xatûn de, çend otomobîlên leşkerî yên çekdarên DAIŞê ku çekên doçka li ser bûn, hatin têkbirin. Herwiha ew binkeyên ku çekdarên DAIŞê xwe têde veşartibûn, di wan êrişan de hatin wêrankirin.
Ji aliyekî din ve, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî saet 7:15ê êvarî 2 caran li navendên DAIŞê li gundê Xursîbad a ser bi eniya Naweranê dan.




