26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rênmayên Serok Barzanî li Kerkûkê tên cîbicîkirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Asayişa Kerkûkê amaje bi rênmayên Serokê Herêma Kurdistanê bo ewlehiya bajarê Kerkûkê dike û dibêje, ew bi dilxweşî wan rênmayan cîbicîdikin.

Lîwa Helo Necat, Rêveberê Asayişa Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Kerkûkê kir û ligel fermandarên Pêşmerge civiya, piştre komek rênmaye û pirsên girîng hebûn ku daxwaz ji fermandarên Pêşmerge kir ku cîbicî bikin.”

Necat wiha got: “Serok Barzanî em rênmayî kirin ku ewlehiya nava bajêr bihêztir bikin û tîmên ewlehiyê li nava bajarê berfirhtir bikin, herwiha tekez li ser bihêzbûna navend û baregehên Pêşmerge li derveyî bajêr kirin, ku bikaribin bi hemû awayekî rûbirûyê terorîstan bibin. Serok Barzanî daxwaz jî kir ku koçber li nava Kerkûkê neyên bicihkirin û cihê wan li nava kampan were çêkirin û hemû pêdviyên wan werin bicihkirin.”

Rêveberê Asayişa Kerkûkê wiha domand: “Em bi dilxweşî wan rênmayan cîbicîdikin.”

Nûçeyên têkildar