Sergotara KDP.info: Amerîka û hêza Heşd Şeibî

Ev demek e ku hinek alî di nava xelkê û nava Hêzên Pêşmerge de belav didin ku PDKê rêgir e li wê yekê ku Amerîka û hêzên hevpeymaniya navdewletî bi êrişên asmanî alîkariya Hêzên Pêşmerge li eniyên Kerkûk, Celewla û Sediye bidin. Ev nûçe têkdana rastiya ne û dûrxistina raya giştî ya Kurdistanê ye ji rastiya mijarê.
Hêzên hevpeymaniya navdewletî li ser wê bingê alîkariya Hêzên Pêşmerge dan, ji ber ku Pêşmerge wek hêzeke bi bandor û resen nas dikin û dibêjin pêkhateyan diparêzin û bo parastina behayan û azadiyê şer dikin.
Hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymaniyê hiqasî hûr e, ku tenê carekê xelkên sivîl nebûne armanca balafiran. Lewma li her cihekî ku Hêzên Pêşmerge amade bin şer bikin yan berevaniyê bikin, hêzên hevpeymaniya navdewletî amade ye alîkariya wan bike.
Ji aliyekî din ve, biryara navenda siyasî û leşkerî ya Amerîkayê ew e, ku li her cihekî hêz û çekdarên Heşd Şebî hebe, ew bi balafirên xwe bi ti awayî li wir li DAIŞê nadin, lewma ne PDKê û ne jî ti hêzeke din nikare wê biryara Amerîka biguhere.
Ew aliyên ku li pişt wan axaftina ne, divê gilî ji xwe û siyasiyên xwe bikin ku destê Heşd Şeibî kişandine navçeyên kurdistanî. Wan bi rêkeftinên di bin de hêza Heşd Şeibî anîne ser sînorê Kurdistanê.
Lewma ew bi xwe berpirs in ji wê yekê ku balafirên Amerîka alîkariya Hêzên Pêşmerge li Kerkûk û Germiyanê nakin. Ev rastiyeke ku Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pir bi başî agahdarî wê rastiyê ye.




